Li Luksembûrgê dibistana Kurdî dest bi perwerdeyê kir

Li Luksembûrgê dibistana Kurdî dest bi perwerdeyê kir

PeyamaKurd - Li welatê Luksembûrgê, bi vekirina dibistaneke nû ji aliyê Komeleya Roj Lux ve sala xwendinê ya zimanê Kurdî dest pê kir.

Di vê sala ewil de 26 xwendekaran navên xwe tomar kirine û mamosteyên xwebexş bi awayekî dilxwazî dersan didin wan.

Ev destpêşxeriya çandî û perwerdeyê ji aliyê hikûmeta Luksembûrgê ve jî tê piştevanîkirin û hikûmet cihekî guncaw, pêdivî û alavên xwendinê ji bo xwendekaran dabîn dike.

Hêjayî gotinê ye, hefteyek beriya niha jî sala nû ya xwendinê li dibistana Kurdî ya li Nemsayê dest pê kiribû û bi vê minasebetê ahengeke taybet hatibû lidarxistin.