PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd da xuyakirin ku ji bo sala nû ya perwerdeyê nêzîkî 1,9 milyon xwendekar dest bi xwendinê dikin.
Heme Seîd diyar kir ku 22 milyon pirtûk hatine çapkirin, gihiştine depoyên Herêma Kurdistanê û pêvajoya belavkirina wan bo dibistanan dest pê kiriye.
Di serdema perwerdeyê ya 2026-2027an de nêzîkî 1 milyon û 750 hezar xwendekar li dibistanên fermî û nêzîkî 170 hezar xwendekar jî li saziyên perwerdeya taybet dê cih bigirin.
Wezîr her wiha tekez kir ku tevî hemû zehmetiyan pirtûkên nû hatine dabînkirin û di çend rojên pêşî de dê pirsgirêka veguhastinê bi temamî bê çareserkirin.