PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaiyê ya Efxanîstanê hatin ragihandin, li bakurê Efxanîstanê helîkoptereke leşkerî ketiye xwarê.
Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Talîbanê, li ser vê bûyera ketina helîkopterê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku helîkoptera leşkerî ya bi tîpa MD-530 ku ji navenda parêzgeha Belhê ya bakurê Efxanîstanê ku ji Mezar-i Şerîf ber bi parêzgeha Samangan ve diçû, di saetên sibehê de nêzî bajarokê Hulmê ket xwarê û di encama vê qezayê de 2 pîlotan canên xwe ji dest dane.
Bi berdewamî hat diyarkirin ku helîkopter di encama qelibîna stûna ceyranê de ketiye xwarê û li ser vê bûyerê jî lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin