PeyamaKurd – Ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ji Pentagonê rêvebirekî di asta bilind de ragihandiye ku Rûsya êrîşê balafirgeha Ûkraynayê ya li Dniproyê kiriye, hinek avahiyên balafirgehê tehrîb kiriye lê li S-300 an sîstema parastina hewayî ya ku Slovakyayê dabû Ûkraynayê, xistiye an nexistiye ti agahiyekî jê negirtine.
Rêvebirê Pentagonê ragihand ku 8 sale li Donbasê şer dewam dike lê operasyonekî berfireh hêj destpênekiriye. Li ser mijara dewama alîkariyê ji bo Ûkraynayê rêvebir weha got:
“Me heya niha çi dikir, em dewam dikin. Ji bejayiyê de gelek rê hene. Naxwazim di vê mijarê de bişaxifim lê gelek tevliheve û şiyanên me yên em alîkariyê bişînin hene. Alîkarî dewam dike. Em her roj di navbera 8 heya 10 caran seferan dikin û alav berdewamî diçin Ûkraynayê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin