PeyamaKurd- Şîrketa hewayî ya Erebistana Si’ûdiyê ragihand ku wê di 13 ê tebaxê de, nema seferan bo Torontoyê bike. Ragihandin nivîskî hat kirin tê de hat ragihandin ku wê ji roja duşemê û pê de, seferên balafiran bo navenda eyaleta Ontario ya Torontoyê neyên kirin.
Kesên ku bo piştî wê rojê bilêtên xwe kirîne an rezervasyon kirine, wê bên betalkirin û kesên perê xwe bixwazin, wê karibin bistînin an wê alternatîveka dinê bo wan bê pêşniyarkirin.
Bi sedema ku Erebistan hinek aktîvîstên mafê mirovan girtibû, ragihandinên ku di vê mijarê de, ji aliyê Kanada ve hatibûn kirin, bûbû sedema krîzeka dîplomatîk di navbera her dû dewletan de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin