PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser qeyrana avhewayê û xurekan a gerdûnî axivî û hişyarî li hikûmetê kir. Macron da zanîn ku êdî serdema zêdahiyê bi dawî bûye û divê ji bo sexbêriyê, yekîtiyek were avakirin.
Emmanuel Macron, beriya civîna ku dê li Koşka Elyseeyê ligel wezîran bi rê ve bibe, daxuyaniyek da û bal kişand ser guherîna avhewayê û encamên şerê navbera Rusya û Ukraynayê yên li ser qeyrana xurekan.
Macron da zanîn ku serdema bêsexbêriyê û zêdahiyê bi dawî hatiye û li ser avhewayê jî da zanîn ku îsal di asta rekorê de hişkesalî hebûye. Serokomarê Fransayê, bi reşbînî nêzîkî serdema pêş bû.
Macron li ser mijarê got, “Ev tiştê ku em niha dijîn, ji pergalê wêdetir, guherîn û tevliheviyeke gelek mezin e. Em êdî hatine dawiya serdema ku bi salan e bi zêdahî dihat dîtin. Ango em hatine dawiya serdema berhemên erzan ên wekî ku dê qet neqedin, zêdahiya teknolojiyê, zêdahiya axê, zêdahiya madeyên xam, zêdahiya avê.”
Serokomar Macron eşkere kir ku li Fransa û Ewropayê serdemeke nû dest pê kiriye û di vê derbarê de bang li hikûmetê kir ku li hember tirs û fikarên gel ên di vê mijarê de zelal bin û ji bo bicihanîna erkên xwe amade bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin