PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser wefata kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî peyamek belav kir û diyar kir: “Elî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Şoreşa Rojava re bû.”
Di peyama xwe de diyar kir: “Min bi xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya hevalê ezîz Elî Qazî Mihemed bihîst. Elî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Şoreşa Rojava re bû.”
Di berdewamiyê de got: “Serê malbat û gelê Kurd sax be. Ruhê te şad be Eliyê qedirbilind û xeyalên te dê hertim bi gelê Rojava re sax bin. Em ê te jibîr nekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin