Yekîtiya Ewropayê bangawazî li Yûnanistan û Tirkiyê kir

Yekîtiya Ewropayê bangawazî li Yûnanistan û Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Li ser pirsgirêkên Yûnanistan û Tirkiyeyê li Deryaya Navîn, Yekîtiya Ewropayê (YE) bangawazî li her du aliyan kir û got, divê pirsgirêk li gor yasayên navdewletî werin çareserkirin.

Berpirsê Siyaseta Derve yê YE Josep Borrell diyar kir, Do civîneke erênî di navbera Tirkiye û Yûnanê li Stenbolê birêve çû. Josep Borrell da zanîn, divê pirsgirêkên di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê derbarê rojhilatê Deryaya Navîn, li gor yasayên navdewletî were çareserkirin û Yekîtiya Ewropayê, bi fermî bang li her du aliyan dike.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, divê Neteweyên Yekgirtî jî di derbarê vê de, rola xwe bibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin