Tuncer Bakirhan: Bi deshilatê re ti hevdîtinên me tune ne!

Tuncer Bakirhan: Bi deshilatê re ti hevdîtinên me tune ne!

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di hevpeyvînekê de, li ser îdiayên ku hevdîtinên nerasterast bi AK Partiyê re dikin got ku bi deshilatê re ti hevdîtinên wan tune ne.

Bakirhan ji rojnameya Birgunê re gotiye: “Bi desthilatê re ti hevdîtinên me nînin lê kî dibe bila be, ka çi dixwaze bi awayekî vekirî parve bike û çareseriyê teqez bike, em dikarin hevdîtinê bikin.”

Bakirhan li ser mijara destpêkirina pêvajoyeke nû li pişt deriyan jî diyar kir, “Kurd ji her aliyê sîstemê hatine dûrxistin. Gelek bûyer qewimîn. Piştî ewqas êşê, em dê çi bi kê re veşartî bi rê ve bibin?”

Hevserokê HEDEPê daye zanîn, “Di xeta partiyê de guharînek nîne, di xwedî lê derketin û parastinê de guherîn çêbûn. Xeta sereke ya partiyê, wekhevî û hevpariya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Li ser vê erdnîgariyê pêwîste ji bo Kurdan, Elewiyan, kedkaran, jinan demokrasiyeke wekhev hebe. Em ji bo Tirkiyeyeke ku tê de bindestî, bêhêvîtî, xema kar û xwarinê tinebe têdikoşin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin