Dolemerî: Di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de pêwendiyeke bihêz heye

Dolemerî: Di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de pêwendiyeke bihêz heye

PeyamaKurd –  Derbarê pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî dibêje, di navbera Herêma Kurdistanê û Koşka Komarî ya Fransayê de, pêwendiyeke bihêz heye û diyar dike: “Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek girîng di Koşka Elyseeyê, di koşka Serokatiya Fransayê de.”

Elî Dolemerî ji Rûdawê re daye zanîn, xîm û bingeha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Koşka Elyseeyê, vedigere sala 2010an ku serokê wê demê yê Fransayê Nicola Sarkozy, di 15 Hezîrana wê sale de pêşwazî li serok Barzanî kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê li Parîsê destnîşan dike: “Ev cara dehan e ku civîn di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û koşka komarî ya Fransayê de tê sazkirin, ew jî gelek girîng e ku niha dosyeya Herêma Kurdistanê bûye dosyeyeke gelek girîng li koşka komarî ya Fransayê.”

Herwiha Elî Dolemerî eşkere dike, tevî belavbûna vîrusa Koronayê, Emmanuel Macron, Nêçîrvan Barzanî vexwend Parîsê, ew dê çend pirsên girêdayî navçeyê gotûbêj bikin û tekez kir: “Îro hem Iraq û hem Herêma Kurdistanê, ji bo Fransayê gelek girîng in.”

Têkildarî girîngiya civîn û hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî, Dolemerî diyar dike: “Fransa dizane bêyî Herêma Kurdistanê aştewayî li Iraq û navçeyê bicî nabe, ji ber ku Herêma Kurdistanê rolek girîng li Iraq û navçeyê dilîze. Fransa dixwaze rola xwe ya dîrokî li Iraqê û Sûriyê vegerîne, ji ber wê yekê jî pêwîstiya wê bi rola Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî heye, ku dikare alîkar be ji Fransa re da ku bikare hin pirsgirêkên xwe yên ku li Iraqê hene, çareser bike.”

Bi gotina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Parîsê, Fransa ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve pêwendiyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê heye û dixwaze wan pêwendiyan pêş bixe. Dolemerî dide zanîn: “Fransa dixwaze beşdariyê di avedankirina wan navçeyan de bike ku di bin destê DAIŞê de wêran bibûn. Niha jî li Şengalê dest bi avakirina nexweşxaneyekê kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin