Wezîrê Brîtanya: Dê Amerîka bi tundî bersiva Îranê bide

Wezîrê Brîtanya: Dê Amerîka bi tundî bersiva Îranê bide

PeyamaKurd - Brîtanyayê careke din li hember gefên Îranê piştgirî da Amerîkayê û ragihand, Amerîka dê bersiva êrîşên Îranê bide.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt got: “Eger Îran berjewendiyên Amerîka li navçeyê bike armanc, Amerîka dê bi tundî bersivê bide.”

Van rojan alozî û gefxwarinên navbera Amerîka û Îranê de zêde bûn ku herdu alî hem dibêjin em naxwazin şer bikin hem jî gefa êrîşan li hev dixwin.

Amerîkayê ev demeke hêzên xwe digel keştiyên şer li Kendavê nêzî Îranê zêde dike û amadebûna xwe ji bo şerê Îranê nîşan dide.

Wezîrê Îranê bi twîtekê bersiva twîta Trump da: Nikare…

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin