Boeing, bi sedema koronavîrusê hilberînê radiwestîne

Boeing, bi sedema koronavîrusê hilberînê radiwestîne

PeyamaKurd- Şîrketa hilberînê ya balafirên Boeingê, bi sedema tedbîrên koronavîrusê hilberîna xwe ya li Washingtonê, ya li devera Puget Soundê dide rawestandin. Li gor ragihandina Boeingê; sedema biryara ku daye, saxlemiya xebatkaran, malbatên wan û yên xelkê herêmê ye. Xebat di 25 ê adarê de tê rawestandin.

Navbirdayîna xebatê wê bo 14 rojan be û di van 14 rojan de wê dezgeyên tesîsê bişon û paqij bikin. Di dema dagera xebatkaran de, wê tedbîrên tund bên sitendin. CEO yê Boeingê Dave Calhoun mijarê weha ragihand:

“Em bi rêvebiriyên saxlemiyê re xebateka nêz dimeşînin. Bi muşteriyên xwe yên ku ji vê biryarê bandorê dibînin û hevkarên me yên din re, di nav têkiliyên nêz de ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin