PeyamaKurd - Nûnerê Kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de Salim Şebek dibêje, Heşda Şebî berdewam e li ser gefên xwe yên li dijî Kurdên Şebek.
Heşda Şebî hêzek e ku xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên nîqaş li ser heye ferzkiriye û li wir li dijî xelkê binpêkirinan dike, lewma xelk ji ber wan direvin û koçber dibin.
Salim Şebek ji malpera PDKê re ragihand: “Şebek bûne qurbanî destê Heşda Şebî, bi taybetî jî destê lîwaya 30ê ya Heşdê, ku ew hêz sivkatiyê bi xelkê dike û ji hemû aliyekî ve zilm û zordariyê li xelkê dikin.”
Şebek wiha got: “Heşd bi taybetî rûbirûyê kadir û alîgiriyên PDKê dibe û ev yek nayê qebûlkirin ku sivkatiyê li xelkê bikin û gefê li wan bixwin. Pêwîst e Heşda Şebî baş zanibe ku jiyana Kurdên Şebek û kadirên me xeta sor e û em qet qebûl nakin ku ew bi vî awayî kar bi me re bikin.”
Parlamenterê Şebek wiha domand: “Li navçeyên me Heşd gefê li Kurdên Şebek dike û sixêf û xeberên pîs ji xelkê re dibêjin, tenê ji ber ku ew kes PDK û dilsoz in, mexasim jî hêza ser bi Seid Qedo.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin