PeyamaKurd - Qeyûmê ku ji bo Şaredariya Cizîrê hat erkdarkirin di malpera înternetê de navê Kurdî yê bajêr bi yê Tirkî guherand.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di 29ê cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê ya Şirnêxê kir. Piştî erkdarkirina qeyûmî malpera înternetê ya fermî ya şaredariyê hat nûkirin.
Qeyûm di malpera nû ya înternetê de li şûna “Şaredariya Cizîrê – Cizre Belediyesî”, “Şaredariya Cizire” nivîsand. Qeyûm bi vî awayî li şûna tîpên ‘î’ û ‘ê’ yên bi kurdî, tîpên ‘i’ û ‘e’ yên tirkî guherandin.
Herwiha di hin nûçeyên de ku malpera înternetê cih digirin, Qeymeqamê Navçeyê Davut Sinanoglu xwe weke ‘Serokê Şaredariya Cizîrê’ nivîsiye û xwe wekî şaredarê hatiye hilbijarti nişan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin