PeyamaKurd - Serkirdeyê Îtîlafa Hevpeymaniya Niştimanî ya Sunneyan li Iraqê Dr. Elî Mekî da xuyakirin, heta Bexda îdareya navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bike dê pirsgirêk berdewam bin.
Dr. Elî Mekî bal kişand ser bûyerên şewitandina zeviyên Kurdan û destnîşan kir ku destekî siyasî yê dixwaze fitnê di nav xelkê de derxe di wan bûyeran de heye û got, “Pêwîst e Bexda ji bo birêvebirina Iraqê û navçeyên Kurdistanî jî sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bistîne.”
Dr. Elî Mekî ji medya Kurdistanê re wiha axivî:
“Herêma Kurdistanê di îdare û birêvebirina xwe de serkeftineke mezin bidest xistiye. Lê li Iraqê şikestineke mezin tê dîtin. Eger Bexda sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bibîne dê di berjewendiya xelkê Iraqê bi giştî de be, lewma jî eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêvebirina navçeyên Kurdistanî jî bike dê serkeftinê bidest bîne û dê pirsgirêk çareser bibin. Heta ew navçe di destê Iraqê de bin serkeftin û çareserî li wan navçeyan nayê dîtin.”
‘DESTEKÎ SIYASÎ LI PIŞT ŞEWITANDINA GENIMÊ XELKÊ HEYE’
Mekî li ser bûyerên dawî yên li navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê got, “Şewitandina genimê cotkaran li navçeyên Kurdistanî ji bo çêkirina fitneyê ye û destekî siyasî li pişt wan karan e, lê eger ewlehî di destê Herêma Kurdistanê de ba dê ew pirsgirêk derneketibana, ji ber ku dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê pir serkeftî ne. Li wan navçeyan bi rêvebirina hevbeş ji Herêma Kurdistanê û Bexda jî çareserî çêdibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin