PeyamaKurd - Balafirxaneya Diyarbekirê ku zêdetirî mehekê bû bi sedema temîrat û nûkirina pîstan hatibû daxistin, ji nû ve tê vekirin.
Balafirxaneya Diyarbekirê 24ê Gulanê bi mebesta nûjenkirin û temîratê ji firînê re hatibû girtin û seferên rêwiyan li balafirxaneya bajarên Mêrdîn û Batmanê berdewam dikirin.
Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku xebatên temîrat û nûkirina pîstan bidawî bûne û sibe 25ê Hezîranê seferên il Balafirxaneya Diyarbekirê ji nû ve dest pê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin