Joe Biden daxwaz dike parêzbendî ji bo Prens Salman bê dayîn

Joe Biden daxwaz dike parêzbendî ji bo Prens Salman bê dayîn

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, daxwaz kir ku parêzbendiyê di derbarê doza rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşiqcî ku li Balyozxaneya Stenbolê hat kuştin de, bidin Welîehdê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman.

Rojnamegerê Siûdî yê rojnameya Washîngton Postê ku di 2yê Cotmeha 2018an da ketibû Serbalyozxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê û careke din xeber nehatibû dayîn û paşê hat eşkerekirin ku ew hatiye kuştin.

Rêveberiya Biden diyar kir, ji ber ku Welîehdê Erebistana Siûdî Selman wezîfeya "Serokwezîr" girtiye ser xwe, divê êdî parêzbendiya wî hebe û di dosyaya navborî de nikare bê darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin