PeyamaKurd – Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê di derbarê rewşa aloz a heyî de hişyarî da û got, eger rewş wiha berdewam bike, wê sala pêş a 2023yan de hikûmeta Iraqê nikaribe mûçeyên mûçexwaran jî bide.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî di Kongreya Îslamî ya Tekoşîna Hember Tundiya Jinan de axivî û daxwaz ji aliyên siyasî yên Iraqê kir ku çareseriyekê ji bo vê krîza siyasî ya mezin li Iraqê ava bûye bê dîtin, li dora masa gotûbêjan bicivin.
Di berdewamiyê de eşkere kir, “Eger rewş wiha berdewam bike û neyê çareserkirin, wê demê di dawiya îsal de hikûmeta Iraqê û dewlet nikare xercên giştî bikin. Ji ber wê jî berjewendiyên xelkê wê rawestin û heta ji destpêka sala 2023yan pê ve mûçe jî namîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin