Serokwezîr biryar da: Mamostayên netayînkirî dibin mamostayên bi girêbest

Serokwezîr biryar da: Mamostayên netayînkirî dibin mamostayên bi girêbest

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku nêzîkî 38 hezar mamostayên ku di dibistanan de mamostetiyê dikin û nayên tayînkirin, piştî ku mûçeyên wan ji dahata navxweyî ya hikûmetê bê temamkirin, wê weke mamostayên bi girêbest peywira xwe bidomînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro, li paytext Hewlêrê, pêşwaziya şandeyaa mamostayên bêdestûr ên Herêma Kurdistanê ku bi mûçeyê demjimêrî li dibistanan ders didin kir.

Mesrûr Barzanî spasiya mamostayan kir ku tevî rewşa dijwar a darayî dest ji karê xwe bernedane û erk û peywirên xwe yên pîroz domandine.

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku li hember Herêma Kurdistanê reftareke dadperwerî nebûye û got:

"Wekî mînak, li parêzgehên din ên Iraqê di nav salekê de nêzîkî milyonek kes li ser asta hikûmeta federalî hatine tayînkirin, lê belê li Herêma Kurdistanê yek kes jî nehatiye tayînkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî guhdarîkirina daxwazên şandeya mamostayan, biryar da ku nêzîkî 38 hezar mamosteyên ku di dibistanan de bi mûçeyê demjimêrî ders didin, wek mamostayên bi girêbest kar bikin û mûçeyên wan ji dahata navxweyî ya hikûmetê bê dabînkirin.

Piştî vê biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şandeya mamostayan ji bo xemxuriya wî, piştgirî û cîbicîkirina daxwazên wan spasiya Serokwezîr kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin