PeyamaKurd – Piştî kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê, bi sedan kesên ku xwestin Îsraîlê protesto bikin êrîşî Şaxa Starbucksê ya Batmanê kirin.
Komeke ku piştî mirina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye xwest Îsraîlê protesto bike êrîşî Şaxa Starbucksê ya Batmanê kir.
Di çalakiyê de şaxa Starbucksê xisar dît. Wêneyên kaosê ji nişka ve li ser medyaya civakî bûn trend.
Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kuştin. Di encama qetilkirina Heniyye de komek kesên ku xwestin Îsraîlê protesto bikin êrîşî şaxa Starbucksê ya Batmanê kirin. Dema reva welatiyan kêlî bi kêlî bi kamerayê hat kişandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin