Yewnanistan | Di hilbijartinan de Miçotakis li hember Çîpras bi ser ket

Yewnanistan | Di hilbijartinan de Miçotakis li hember Çîpras bi ser ket

PeyamaKurd – Li gor encamên nefermî yên destpêkê di hilbijartinên pêşwext yên îro 7ê Tîrmehê de, Serokê Partiya Demokrasiya Nû Kriakos Miçotakis li hemberî Serokwezîrê Yewnanistanê yê ji partiya Syriza Aleksîs Çîpras, bi ser ket.

Di hilbijartinên pêşwext ku beriya dema xwe ya asayî bi 4 mehan hatin encamdan de, 20 partiyan beşdarî kir û her partiya ku benda hilbijartinê ya sedî 3 derbas bike dikare bikev parlamentoyê.

Partiya ku bibe yekemîn ji bo hêsankirina avakirina hikûmetê ji 300 kursiyan, 50yên zêdetir distîne bi sedema ku yekemînî bi dest xistiye.

Tê çaverêkirin encamên hilbijartinên îro li demjimêr 21:00ê şevê werin eşkerekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin