Îtalya bi bazinên biaqil li hemberê germê, extiyaran dişopînin

Îtalya bi bazinên biaqil li hemberê germê, extiyaran dişopînin

PeyamaKurd – Bi desteka Yekîtiya Ewrûpayê li welatê Îtalya projeyekî bi pêş xistin ku bazinên biaqail dixin destê mirovên extiyar (pîr) û di rêya dîjîtalê de wan kesan rojane dişopînin.

Bazin, nebza mirov, xew û ketinê dipîvin û ji wan re navenda şopandinê hatiye avakirin. Dema ji wan her sê rûdanan yek jê qewimî, îşaret diçe tîmên civakî û di cîh de bi wan extiyaran dihesin. Tîm dikarin di demekî kurt de xwe bigihînin extiyaran.

Sedema projê ew e ku germa zêde li pîran dike û niha li Ewrûpayê termometre gihane 40 dereceyî. Ji ber pandemiya salên borê, di fonê de 400 milyon Avro pere maye û niha wî pereyi ji bo proja pîran bikartînin. Niha 700 kes di çarçova projê de tên şopandin.

Tîmên xebatê di navbera 08.30-19.00an dixebitin û dema wexta xebata wan diqede, cîhazên biaqil yên bazin, bi telefonên eqrebayên wan pîremirovan ve tê girêdan û ew extiyarên xwe dişopînin.