Li Spanyayê rekora Gulanê: Ji ber germê 101 kes mirin

Li Spanyayê rekora Gulanê: Ji ber germê 101 kes mirin

PeyamaKurd - Li Spanyayê ji ber pêlên germa zêde hejmareke nû qurbaniyan hat tomarkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Spanyayê ragihand ku di meha Gulana borî de 101 kes ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, ev mîqdar ji sala 2015an vir ve rêjeya herî bilind a mirinê ya meha Gulanê ye û ev hejmar 3.6 qat ji navgîniya deh salên dawî zêdetir e.

Wezîra Tenduristiyê ya Spanyayê Monica Garcia, di dema danasîna "Plana Çalakiya Pêşîlêgirtinê ya Neteweyî ya 2026an" de bal kişand ser krîza avhewayê û got: "Pirsgirêk êdî ne tenê germbûna hewayê ye. Pirsgirêka sereke ew e ku germbûn her sal zûtir tê û laşên me hîn xwe li gorî vê guherînê ne amade ne.”