Kim Jong bi keça xwe re yekem car di ceribandina mosekên navparzemînî de hat dîtin!

Kim Jong bi keça xwe re yekem car di ceribandina mosekên navparzemînî de hat dîtin!

PeyamaKurd – Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, do dema ceribandina moşeka rênîşander a navparzemînî dişopand, bi keça xwe re yekem car derket pêşberî kamerayan.

Di raporta ajansa nûçeyan a Koreya Bakur KCNA de wêneyên Kim û zaroka ku navê wê nehat zanîn li derdora platforma moşekê ya ku li balafirgeha paytaxt Pyongyang hatibû danîn, cih girt.

Di wêneyekî din de, Kim nîşan dide ku ji birca nobetê temaşe dike û zaroka bi kirasê spî jî li kêleka Kim rûniştiye.

Zaroka ku di nûçeya KCNAyê de navê wî nehat zanîn, cara ewil derket pêşberî kamerayan.

Basketbolvanê Amerîkî Dennis Rodman piştî serdana xwe ya li welêt di sala 2013an de di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Brîtanî Guardianê de diyar kiribû ku pitikekî Kim û jina wî Ri Sol Ju bi navê "Ju Ae" heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin