PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Pentagonê tûxgeneral Patrick Ryder ragihand ku hêzên Amerîkayê li Sûriyê li Dêrzorê grûbên bi artêşa Îranê ve girêdayîne, êrîşên hewayî birine ser baregehên wan û di encamê de ji wan 8 kesan kuştine. Patrick Ryder agahiya xwe di civîna rojane ya çapemeniyê de da û got di 23 ê adarê de, bi balafira bê ajotvan ku êrîşê baregeha Amerîkayê ya Hasekiyê kiribûn, bersiva wê êrîşê ye.
Pentagon got ku li Dêrezorê 2 tesîsên grûbên bi ser Îranê ve kirine hedefa xwe û weka agahiyên niha 8 endamên rêxistinê hatine kuştin.
Di êrîşa grûbên bi ser Îranê ya 23 ê adarê de 6 leşkerên Amerîkayê birîndar bûbûn. Rewşa wan ji aliyê mirinê de başe, 2 leşker niha wezîfa xwe dikin, yekî şandine Amerîkayê, 3 ji wan jî li Iraqê tedawiya wan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin