Li rojhilatê Kurdistanê di çalakiyan de albayekî hat kustin

Li rojhilatê Kurdistanê di çalakiyan de albayekî hat kustin

PeyamaKurd - Li rojhilatê Kurdistanê li eyaleta Kirmaşanê zabitekî artêşa Îranê ku ratiba wî albaye, di çalakiyan de hat kuştin. Li gor ragihandina ajansa Tesnimê ya Îranê; pevçûn li navça Sehne ya girêdayê Kirmaşanê de di navbera hêzên çekdar yên serhildêr û artêşa Îranê de çêbûye. Albayê hatiye kuştin berpirsiyarê îstîxbarata navçê Nadir Beyramî ye.

Li gor ragihandina qeymeqamê Sehneyê Cîhanbexş Zengene Tebar; di dema merasimekî fermî de, hinek çekdarên serhildêr êrîşê hêzên asayîşê kirine û albay Beyramî bi kêrê hatiye kuştin. Piştî bûyerê kesê êrîş kiriye hatiye girtin û teslîmê erka darazê hatiye kirin.

Li gor ragihandina qeymeqanê Sehneyê be, di êrîşê de çek nehatine bikaranîn û di ragihandinê de agahiyên nerast hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin