Serok Barzanî: “Wefata Qedrî Yildirim ziyaneka mezine”

Serok Barzanî: “Wefata Qedrî Yildirim ziyaneka mezine”

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya rewşendîr û Kurdê bi nav û deng Prof. Qedrî Yildirim peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Lêkolîn, hewl û keda Prof. Dr. Qedrî Yildirim ya ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd, cihê pêzanînê ye. Bi xemeka mezin nûçeya koça dawî ya kesayetê niştimanperwer û akademîsyenê Kurd li Bakûr û mamostayê her dû Zanîngehên Diyarbekir û Mêrdînê (Dr. Qedrî Yildirim) me bihîst. Lêkolîn û hewl û keda Dr. Qedrî Yildirim a ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye û ji destdana kesayetiyekî wekî Dr. Qedrî ziyaneke mezine.”

Serok Barzanî sersaxiya xwe bo malbat, dost û hevalên mamoste Qedrî û hemû rewşenbirên Kurdistanê kir û weha dewam kir:

“Xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi bihişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin