Putin: Heger dorpêç rabin, em ê belas bidin!

Putin: Heger dorpêç rabin, em ê belas bidin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, ji bo ku gubreya Rus ji bo welatên pêşketî were veguhestin, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku dorpêçên li ser gubreyê rakin

Vladimir Putin, di beşdariya Civîna 22yemîn a Serokên Dewletan a Rêxistina Hevkariya Şengayê de axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand ser 300 hezar ton gubereya Rus ku li bendavan tê rawestandin.

Putin di axaftina xwe de bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî kir û got,

“Li bendavên Ewropayê, 300 hezar ton gubreya Rus hatiye rawestandin. Em amade ne ku wê gubereyê, ji bo welatên pêşketî bê pere bişînin.”

Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di axaftina xwe de bal kişand ser rista vê rêxistina Şengayê û got,“Hevkariyên polîtîka û aboriyê yên welatên vê rêxistinê, li ser hîmê ku ji ezperestiyê dûr e, hatiye avakirin.”

Putin di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Rêxistina Hevkariya Şengayê, rêxistina herî mezin a cîhanê ye û bal kişand ser rola vê rêxistinê ya li ser çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin