Serok Barzanî pêswazî li konsolê gistî yê Holandayê kir

Serok Barzanî pêswazî li konsolê gistî yê Holandayê kir

PeyamaKurd - Malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî ragihand îro Duşemê 14ê Kanûnê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Holanda li Hewlêrê amadehiya welatê xwe ya ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê li geşpêdana kerta çandinê de nîşanda, herwiha tekez jî li ser berdewambûna hevkariyên welatê xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbuna DAIŞê kir.

Serok Barzanî spasiya Holanda kir ku di şerê DAIŞê de yarmetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê daye, herwiha hewlên Hikûmeta Holanda yên ji bo yarmetîdana kerta çandina Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin