PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, sersaxiyê li endamê polîtburoya PDKê Rêbwar Yelda kir.
Serok Barzanî îro ji ber koça dawî ya xwişka endamê polîtburoya PDKê Rêbwar Yelda, peyameke sersaxiyê belav kir û da zanîn: “Birayê birêz Kak Rêbwar Yelda, mixabiniyekî mezin ve min nûçeya koça dawî ya xwîşka te ya birêz Marlîn Yelda bihîst û serxweşiyê li we û malbata we ya birêz û kesûkarên we dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.”
Herwiha di peyama xwe de Serok Barzanî eşkere kir: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, sebr û aramiyê bide we û xwedê ruhê xwedê jê razî bi bihuşta xwe şad bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin