Li Wanê dayîna xwarinan ya di taziyeyan de hat qedexekirin

Li Wanê dayîna xwarinan ya di taziyeyan de hat qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha Wanê bi sedema balavbûna koronayê di taziyeyan de dayîna xwarina komkî hat qedexekirin lê xwediyê taziyê wê karibin av û çayê bidin mêvanan. Parêzgerê Wanê û hem wekîlê şaredarê Wanê li parêzgehê piştî civîna hîvzisihayê daxwuyaniya xwe da.

Parêzger ragihand ku aşîkirin li Wanê gelek kême û li gor bajarên din kême. Parêzger Bilmez weha got:

“Ji bo di vê mijarê de xebat zêde bên kirin bi taybetî rêvebiriya perwerdê, muftiyê me bi temamê dezge û saziyan re, ji bo jimara aşiyan zêde bikin, bi îzna Xwedê em ê seferber bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin