Putin serê xwe danî ser tabûta hevalê xwe û giriya

Putin serê xwe danî ser tabûta hevalê xwe û giriya

PeyamaKurd – Wezîrê haletên lezgîn yê Rûsyayê Yevgeniy Ziniçev, 2 roj berê, li herêma Grasnoyarskê li bajarê Norilskê di dema tetbîqatê de jiyana xwe ji dest dabû. Wezaret ragihandina xwe nivîskî kir û weha got:

“Em bi xemgînî agahiya wefata wezîrê haletên lezgîn ya Yevgeny Zinichev didin we. Ew li bajarê Norilskê ya li qutba bakûr, di tetbîqata li hemberê îhtîmala rewşa lezgîn de, dema xwest jiyana yekî rizgar bike, bi awayekî trajîk jiyana xwe ji dest da. Em xemgînin.”

Wezîrê haletên lezgîn Yevgeny Zinichev di 55 saliya xwe de hat definkirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di merasima cenaze de, bo cara dawî wî verêbike, xwe xwar kir û tabûta wî maç kir. Di dema xwe xwar kir, xwe bi zorê radigirt da rondikan nebarîne.

Zinichey, di wexta tetbîqata leşkerî de, çêkerê fîlm Alexander Melnik ê 63 salî qezaen ketibû avê û wezîr xwestibû wî rizgar bike lê ew jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin