PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter bi mîqdarê 19 milyar dînaran kevirê bingehî yê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorê Şêxanê danî.
Serokê Şaredariya Şêxanê Eyub Ferman ji BasNewsê re daye xuyakirin, îro roja çarşemê 06.10.2021ê bi serperşitiya parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter û bi amadebûnî berpirsên îdarî kevirê bingehî yê çend projeyên xizmetguzariyê li sînorî Baeedrê bi mîqdarê 285 milyon dînar hat danîn.
Eyub Ferman da zanîn, di nava wan projeyan de çêkirina rêya Baedrê, dabînkirina karebayê ji bo Mezargehê Xidir Elyasê kurdên êzidî, berfirehkirina borîyên guhestina av û baştirkirina rêya gundên Îsyan û gundên din ê li sînor.
Herwiha di merasîma danîna kevirê bingehîn yên projeyan de Dr. Elî Teter eşkere kir, ji bilî wan projeyan ew dê bi mîqdarê 19 milyar dînar projeyên xizmetguzariyê li Şêxanê bi cî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin