PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li konferanseke li Îranê ragihand ku heger dorpêçên ser Îranê bên rakirin ew dikarin ji nû ve vegerin ser maseya gotûbêjan û bi Amerîkayê re rûnin.
Rûhanî got ku di nav 41 salan de rûbirûyî dorpêçên herî giran bûne û hewil didin wan dorpêçan kêm bikin.
Rûhanî herwiha da xuyakirin ku Amerîka pabendî sozên xwe yên peymana nukleerî nebûye û Îranê jî di wê çarçoveyê de sozên peymana nukleerî dane hilawistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin