PeyamaKurd- Bi sedema ku Şêx Cafer Mustafa yê endamê polîtburoya YNK ê, dê bibe cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, divê keseke dinê bikeve şûna wî. Li gor ragihandina berdevkê hêzên pêşmerge yê 70 emîn Emîd Ahmed Letîf; dê kesekî dinê tayîn bikin şûna Şêx Cafer Mustafa. Latîf weha got:
“Şêx Cafer Mustefa bû cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê. Pêwiste polîtburoya YNK biryarê bide dê kî bîne şûna Şêx Cafer Mustafa. Heya niha em nizanin dê kî were şûna wî. Kî were wê derê, bo me zahf girîng nîne.”
Li gor ragihandina Basnewsê dibe ku ji rêvebirên asta jor Mustafa Çavreş an Hemîd Hecî Xelîl were şûna wî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin