Erdogan: “Em nabêjin em ê S-400an bikirin, me kiriye”

Erdogan: “Em nabêjin em ê S-400an bikirin, me kiriye”

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di mijara teslîmsitendina an kirîna sîstema S-400an ji Rûsyayê de got: “Em nabêjin em ê ji Rûsyayê S-400an bikirin, Me kiriyê û ev kar xelas bûye.”

Erdoğan beyana xwe di civîna grûba AKP ê de ragihand. Erdoğan weha dewam kir:

“Me sîstema parastinê ji Amerîkayê xwest? Belê me xwest. Ew dan? Na, nedan. Me di dewra Obama de dest bi xwestinê kir. Gotin kongre îzin nade. Em ê jî li çara serê xwe binêrin.”

Erdoğan di mijara F-35 balafirên şer de got ku ew hem muşteriyên F-35ane û hem ortaxin. Di dawiya mehê de wê Erdoğan û Trump li Japonyayê hev bibînin û li ser van mijaran biaxifin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin