PeyamaKurd – Çawişê pispor ê Tirk Musa Orhan ku destdirêjiya keça Kurd Îpek Er a Batmanî bû sedema xwekuştina wê û piştre ji aliyê dadgehê ve hat berdan, piştî nerazîbûnan ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û karmendiyê hat îxrackirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, Musa Orhanê ku ji ‘êrîşa zayendî’ tê dadgehkirin, ji aliyê Desteya Dsîplîna Bilind a Wezareta Navxwe ve di dîroka 31.08.2020 de, bi derxistina ji karmendiya dewletê hatiye cezakirin û ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan hatiye îxrackirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku Musa Orhanê tecawizkar ji aliyê dadgehê ve hat berdan, dozgeriyê û Baroya Batmanê îtiraz kirin û xwestin dîsa were girtin, lê dadgehê ew daxwaz red kirin.
Musa Orhanê tecawizkar niha li derve tê darizandin û ligel hemû nerazîbûnên civakê jî nehatiye girtin.
Dadgeha Tirkiyê çawişê pispor Mûsa O. yê tecawizî Îpek E. yê kir serbest berda
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin