Miftiyê DAISê hat desteser kirin

Miftiyê DAISê hat desteser kirin

PeyamaKurd – Tora Ragihandina Ewlekariyê ya Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku miftiyê DAIŞê yê Mûsilê di encama operasyoneke hêzên polîsê Iraqê de hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku miftiyê qaşo yê DAIŞê dema Mûsil hatibû dagirkirin, Şîfa en Numayê bi nasnav Ebû Abdulbarî li taxa Mansûr a rojhilatê Mûsilê hatiye desteserkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Ebû Abdulbarî yek ji miftiyê serekî yê DAIŞê bûye li Mûsilê (2014-2017) û ji bo kesên bîat li DAIŞê nekirine jî gelek fituyên îdamê dane ku yek ji fituya wî jî şewitandina mizgefta Hz. Yûnis a Mûsilê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin