KENY bi mijara Îdlibê civiya

KENY bi mijara Îdlibê civiya

PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi mijara Îdlibê civiya. Nûnerê Taybet yê NYyê yê bo Sûriyê Pedersen bi video-konferansekê beşdarî civînê bû.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY)yê bo Sûriyê Geir Pedersen di video-konferansekê de ji konseyê re diyar kir ku ew bawer dike ku bi hevkariya navnetewî û hewildanên cidî dikarin çareseriyekê bo Îdlibê bibînin.

Pedersen da zanîn ku di du mehên dawî de li Îdlibê bi sedan sîvîl hatine kuştin û 500 hezar kes jî koçber bûne.

Nûnerê NYyê da zanîn ku divê girjiya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de gur nebe û teqez kir ku ger pevçûnên wan mezin bibin ew ê li herêmê û ji wêdetir kêşeyên mezin rû bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin