PeyamaKurd – Di derbarê pevguhertina girtiyan a di navbera Amerîka û Rûsyayê de ji Kremlînê daxuyaniyek hat dayîn. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de got, divê têkiliyên di navbera Moskow û Washingtonê de li ser mijareke hestiyar wek pevguhertina girtiyan bi eşkereyî neyê kirin.
Berdevkê Kremlînê Peskov li ser pevguhertina girtiyan a di navbera Moskow û Washingtonê de da zanîn, divê danûstandinên li ser vê mijarê bêdeng bin.
Berdevkê Kremlînê Peskov got: “Em li ser vê mijarê naaxivin û em bang li her kesî dikin ku li hember vê yekê bêdeng bimînin. Mijarên bi vî rengî tenê di bêdengiyê de dikarin werin nîqaşkirin.”
Herwiha Peskov di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku tê plankirin pêwendiyên Moskow û Washingtonê heta dawiya salê bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin