PeyamaKurd – Li gor peymana di navbera Îran û DYA de, piştî îmzakirina peymanê di nav 60 rojan de wê xalên peymanê muzakere bikin û di nav 60 rojan de wê artêşa DYAyê li Rojhilata Navîn bimîne. Eger pêşdeçûnên baş bibin, wê DYA jimara leşkerên xwe karibe kêm bike.
Rayedarekî Amerîkayê di rêya telekonferansê de li ser detayên peyamana navbera DYA û Îranê bi çapemeniyê re belav kiriye. Rayedarê DYAyê gotiye:
“Em dixwazin bibînin Îraniyan dev ji bernama xwe ya nuklerî berdane û sozên ku dane bicîh bînin. Eger li ser li hev kirinê em bigihên peymanekî, em ê hêzên xwe yên li herêmê kêm bikin. Ji ber peymanan navbera me weha ye.”
Niha hêzên jimara CENTCOMê li dora 50 hezarî li Rojhilata Navîn dimînin. 3 keştiyên balafiran û ji 200an zêdetir balafir hene. Gelek yekîneyên leşkerî li herêmê dixebitin.