PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Gûcaratê li bajarê Vadodara di fabrika di fabrîka bi navê Deepak Nitire de ku tê de maddeyên kîmyewî dihatin bikaranîn, şewat derket. Şideta agir zêde bû û paşî teqîn çêbû.
Rêvebir ragihandin ku 7 kesên bandora dûmanê li ser wan çêbûye, birine nexweşxanê û 700 kesên li dora fabrîkê binecîne, wan ji der û dorê tehliye kirine.
Tîmên îtfaiyê çûne ciyê bûyerê da agir vemirînin. Nehat ragihandin bê di bûyerê de mirî hene an na. Sedema derketina şewatê jî diyar nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin