PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi parêzgerê Mûsilê Necîm Cibûrî re civiya. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser asayîşa Mûsilê, xizmetguzariya bingehîn, avakirina ji nû de ya bajêr, hilbijartinên 10 ê cotmehê yên Iraqê û li ser peymana Şendalê ya di navbera Hewlêrê û Bexda de hatiye îmzekirin axifîne.
Di hevdîtinê de Barzanî li ser mijarên parêzgehê yên rêvebirî, hûzûr, îstîqrar, aborî, mirovî û avakirinê de her pêngava ku parêzgeh davêje, desteka xwe ji wan re ragihandiye, di mijara koçberan de kesên dixwazin dagerin bajêr, destekê didin wan û di deverê de aramiyê dixwazin.
Di axaftinê de her weha li ser rewşa siyasî, tehdîda IŞİD ê û arîşeyên herêmê rawestiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin