Amerîka: Li ser Munbicê lihevkirin nîne

Amerîka: Li ser Munbicê lihevkirin nîne

Amerîka di mijara hevdîtinên bi Tirkiyê re, li ser Munbicê got ku hêj di navbera me de peymanek çênebûye lê hevdîtinên me dewam dikin.

Berdevka wezareta  karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert ku niha bûye wekîla musteşarê ji dîplomasiyê berpirse, got ku heya niha bi Tirkiyê re lihevkirinekî tine ye.

Lê wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihandibû ku bi Amerîka re di mijara Munbicê de li hev kirine. Hetta heyetên teknîkî yên Tirkiyê gotibûn ku hevdîtinên wan gelek baş derbas bûne.

Kîjan agahî ratse an kî rast dibêje ne diyare.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin