PeyamaKurd- Do Îranê ragihand ku bo nûkirina artêşa Sûriyê, çi pêdivî hebe dê alîkariya Sûriyê bikin. Hat gotin ji ber ku Îran ji derbeya Rûsyayê ditirse, naxwaze hebûna xwe ya li Sûriyê wenda bike û biryara desteka Sûriyê da.
Wezîrê berevaniya Îranê Emîr Hatemî do gotibû ku bo nûkirina artêşa Sûriyê çi pêdivî hebe dê bikin. Hat fêmkirin ku Îran ji derbeya Rûsyayê ditirse lewra destekê dide nûkirina artêşa Sûriyê.
Çavkaniyên leşkerî bo El Cedîdeyê axifîn û balê kişandin ser mijara ku bandora Rûsya û Îranê li ser artêşa Sûriyê zêde dibe û ev bo wan tehdîdan çêdike. Lewra Îran di vê mijarê de tedbîrên xwe sitendiye.
Çavkanî dibêje: “ Îran dizanibû ev demeka zêdeye ku Rûsya ji wan acize. Bi dawîhatina şerê dawî yê Îdlîbê wê welatê Sûriyê, ji nûh de bê avakirin. Lewra ye naxwaze hebûna xwe ya li Sûriyê wenda bike.”
Wezîrê karên berevaniyê yê Îranê Emîr Hatemî do bi serokê Sûriyê Beşer Esed re hevdîtin kiribû û peymana leşkerî pêre îmzekiribû. Piştî îmzeyê Hatemî weha gotibû:
“ Hebûna Îranê ya li Sûriyê bi daxwaza Sûriyê çêbû. Li ser hebûna me ya li vî welatî mafê welatekî sêyem tine ye ku fikra xwe bêje. Ev mijareka di navbera Sûriyê û Îranê de ye. Mafê kesî tine ye mudaxele bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin