PeyamaKurd – Rojnama Îngîlîz ya bi navê The Times ragihand ku Hamas li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê bo êrîşên sîberî û xebatên îstîxbaratî navendekî ava kiriye. Navend ji 2 salan û vir de, li ofîsa xwe ya Îstenbolê ava kiriye û haya hukumeta Tirkiyê jê tineye. Navend raste rast bi serokê Hamasê Yahya Sinwar ve girêdayiye û li serê navendê Samax Sarac heye. Li gor ragihandina The Timesê 3 wezîfeyên navendê hene:
1.Navend ji kirîna alavên ku bo 2 tiştan tên bikaranîn û di çêkirina sîlihan de jî tên bikaranîn berpirse.
2.Kirina operasyonên sîberê li hemberê Rêvebiriya Fîlîstînê ya Xezzayê, Erebistana Si’ûdiyê û Îmaratan, balyozxaneyên wan yên li Rojhilata Navîn û Rojava yên ku Hamasê weka dijmin qebûl dikin dike.
3.Navend wezîfa çavdêriyê û teftêşê dike û di vê çarçoveyê de endamên ku ji sedaqeta wan guman û şikan dikin û kesên ji bilî wan lêpirsîn û lêkolîna wan divê bêkirin ji aliyê navendê de têkirin.
Di xeberê de hat ragihandin ku endamên Hamasê yên li Tirkiyê ji mijarê agahdar nînin û hukumeta Erdoğan jî ji mijarê agahdar nekirine.
Xezza, di bin desthilatiya Hamasê de ye û li Şerîa Rojava El Fetîh desthilatdare. Hevdîtinên her dû aliyan li Îstenbolê dewam dikir û gihane encamê lê ne bi temamî. Di nûçeyê de tê gotin ku di sala 2021an de li Fîlîstînê hilbijartin heye û serokê Hamasê Sinwar bi xweşî an bi zorê dixwaze bikeve dewsa serokê rêvebiriya Fîlîstînê Mehmûd Abbas.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin