PeyamaKurd – Bo Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, ENKSê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser rewşa navçeyên Kurdî yên niha di bin destê komên çekdar û artêşa Tirkiyê de ne û ragihand, “Li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li pêş çavên Tirkiyê zilm li Kurdan tê kirin.”
Li gor Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, gelê Kurd bi şêweyeke sîstematîk ji aliyê hinek komên çekdar ve rastî binpêkirinan tên û zilmeke mezin li wan tê kirin.
Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin, Kurd bi zorê ji malên xwe hatine koçkirin, milk û malê wan hatine talankirin û li şûna wan malbatên çekdaran hatine bicîhkirin, ew jî bi armanca guhertina demografîk li Rojavayê Kurdistanê.
ENKS diyar kir, ew binpêkirin hemû li pêşiya çavên Tirkiyê têne kirin û divê dawî li wan kiryaran bê anîn û sûcdar werin muhasebekirin.
Herwiha ENKSê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî daxwaz kir ku dawî li “çekdarkirina zarokan” bîne û girtiyên encumenê azad bike, berde.
Bajarê Efrînê sala 2018an, Serê Kaniyê û Girê Spî jî sala derbasbûyî ketibûn bin destê Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî Tirkî. Li gor raporên rêxistinên xwecihî û navdewletî li her sê bajarên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan binpêkarî ji aliyê çekdaran ve li dijî Kurdan tên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin