PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlemana Kurdistanê û aliyên siyasî re ragihand, Herêma Kurdistanê ji rewşê nîgeran e û got, divê hemû alî hewlên cidî bidin, ji bo çareserkirina rewşê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke rojnamevanî li dar xist,
Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hewl didin rewşê aram bikin û got: "Herêma Kurdistanê ne beşek e ji nakokiyên niha li navçeyê heye."
Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya derbarê rewşa niha ya Iraqê de derbirî û eşkere kir ku şandeke Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina rewşa niha ya Iraqê serdana Bexdayê dike.
Serokê herêmê bal kişand ser ku cihê spasiyê ye, fraksiyonên Kurdî li Bexdayê bi hev re kar dikin û li Herêma Kurdistanê jî heman helwesta wan heye.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ew her hewlekê didin, ji bo Herêma Kurdistanê biparêzin û ji bo wê yekê bi aliyan re li ser xetê ne.
Li ser êrîşên ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, xweşbextane ti ziyaneke canî nebû, lê hemû alî ji biryara Parlemana Iraqê ya derkirina hêzên Hevpeyamanan gelekî nîgeran in.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîstiya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Hevpeymanan heye û li ser êrîşên Îranê jî got, ti aliyekî bi fermî ew ji êrîşan agahdar nekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin