Di navbera Îmarat û Îsraîlê de vîze hatin rakirin

Di navbera Îmarat û Îsraîlê de vîze hatin rakirin

PeyamaKurd -  Îmarat piştî peymana aştiyê û asayîkirina pêwendiya bi navbeynkariya Serokê Amerîka Donald Trump, bi Îsraîyê re bû yekem welatê erebî ku vîzeya ligel Îsraîlê radike.

Hat ragihandin ku di serdaneke şandeke bilind a Îmaratê bo Îsraîlê de, 4 peyman hatine îmze kirin û vîzeya navbera herdu welatan bo hemwelatiyan hatiye rakirin. Beriya niha jî seferên asmanî di navbera herdu welatan de hatibûn destpêkirin.

Berpirsên Îsraîl û Îmarata Erebî hevdem ragihandin ku vîzeya navbera wan hatiye rakirin û Îmarat wek yekem welatê erebî yê ligel Îsraîlê vîzeyê radike ket dîrokê.

Herdu welatan 15ê Îlona borî li Koşka Spî ya Amerîkayê bi beşdariya Donalt Trump û serokên Îmarat û Îsarîlê peymana asayîkirina têkiliyan îmze kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin