Helîkopter wenda bû

Helîkopter wenda bû

PeyamaKurd- Li Hîmalaya helîkoptera ku 6 nexweşan dibir nexweşxanê wenda bû. Helîkopter ya şîrketa Altitude Airê ye. Helîkopter di herêma Dhadinga ya bi ser welatê Nepalê de, di dema difiriya wenda bû.

Li gor ragihandinan helîkopter ji gundê bi navê Samogonê nexweşan dibir Katmandu yê. Diviya helikopter bi sieta Nepalê siet di 08.18 ê sibê bigiha ciyê xwe lê negiha. Gera bo helîkopterê dewam dike.

Rêvebirê giştî yê Altitude Air ê Nima Nuru Şerpa got ku di helîkopterê de ajotvanekî bi tecrube û pilebilind heye. Di helîkopterê de 1 Japon û 5 Nepalî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin